Li Efxanistanê 70 leşker û polês teslîmî Talîbanê bûn
Hat ragihandin li bakûrê Efxanistanê 70 polês û leşkerên girêdayê hêzên Kabîlê teslîmî Talîbanê bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên nûçeyên mehelî yê Efxanistanê hatine wergirtin 70 polês û leşkerên girêdayê hêzên Kabîlê teslîmî Talîbanê bûn.
Tê diyarkirin li Çîmtala bajêra Belha Efxanistanê Talîban her ku diçe hakîmîyeta xwe zêdetir dike û di êrîşa ku berî vê çend rojan hatibû kirin de fermandarekî paye bilind jî di nav de 7 polês hatin kuştin û 3 polês jî birîndar bûn.(ÎLKHA)