Li Nîvgirava Sînayê pevçûn: 22 mirî
Li bakurê Nîvgirava Sînayê di navbera Artêşa Misir û komên çekdar de pevçûn derket, di pevçûna ku derket de 15 jê leşker herî kêm 22 kes mirin.
Hat ragihandin li bakurê Nîvgirava Sînayê di navbera Artêşa Misir û komên çekdar de pevçûn derket, di pevçûna ku derket de 15 jê leşker û 7 jê endamên komên çekdar herî kêm 22 kes mirin.
Hat diyarkirin pevçûn bi êrîşa komên çekdar dest pê kiriye û heta niha tu kesî êrîşê negirtiye li ser xwe. Hat diyarkirin artêşa Misirê li herêmê operasyon daye destpêkirin.(ÎLKHA)