Ji ser WhatsAppê gef li siyonîstan hat xwarin!
Hîzbullah ji ser Whatsapê gef li rayedarên payebilind ên îşxalkerên siyonîst xwar.
Hat ragihandin Hîzbullah çend rayedarên payebilind ên îşxalkerên siyonîstan beşdarî koma Whatsapê kir û gefê li wan xwar û got “întîqam nêz e.”
Bûyera gefxwarinê ji teref Gîlî Cohenê muhabîrê leşkerî yê rojnameya Haaretzê ve li ser twîtterê hat belavkirin.
Cohen di daxuyanîya ku bi sûreta Îmad Muxnîye ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir de destnîşan kir “Hîzbullah çend rayedarên payebilind ên ku di siyaset, hikûmet û leşkerîyê de şewirmendîyê dikin beşdarî koma Whatsapê kir û gefê li wan xwar û got întîqam nêz e.”
Cohen di berdewama daxuyanîya xwe de sûreta Şehîd Îmad Muxnîye ya ku li ser nivîsa “Hedef eşkere û teqez e; hebûna îsraîlê ji holê rakirin” hatibû nivîsandin parve kir û peyama gefxwarinê ya Hîzbûllah parve kir.(ÎLKHA)