Gelo MEBê fealîyeta “yoga”yê betal kir?
Hat diyarkirin MEBê destûra fealîyeta bi navê “Bi Ece Vahapoglu re Yogaya Zarokan” betal kiriye; lê belê derbarê mijarê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat weşandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Wezareta Perwerdehîya Neteweyî wê destûra fealîyeta bi navê “yoga”yê ya ku bi Ece Vahapogluya ku di kitêbên xwe de însanan teşwîqî hevzayendîyê dike re îmze kiribû betal kiriye; lê belê derbarê mijarê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat weşandin.
Berî vê çendakî di çapemenîyê de derketibû ku MEBê bi Ece Vahapogluya ku bi nivîsên xwe însanan teşwîqî hevzayendîyê dike re ji bo belavkirina bawerîyên ji rê derketî yên Hinduyan di bin navê fealîyeta yogayê de peymanek îmze kiriye. Piştî ku ev yek derket holê re raya giştî ji vê yekê re bertekên tund nîşan da.
Piştî bertekên ku hatin nîşandan hat diyakirin destûra fealîyeta “Bi Ece Vahapoglu re Yogaya Zarokan” hatiye betalkirin. Lê hêj derbarê mijarê de tu daxuyanîyeke fermî nehat dayîn. Her wis atê diyarkirin ev yek ji bo kêmkirina bertekên raya giştî hatiye îddîakirin.(ÎLKHA)