• DOLAR 35.492
  • EURO 36.275
  • ALTIN 3047.92
  • ...
Malbata Sûrîyeyî ya ku di haleke perîşan de dijî li benda alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Sûrîyeyî ya ku tev de 6 nefs e û ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyê ji Helebê pêşî Sêwerega Rihayê û dûre koçî Êlihê kirin ji ber ku halê wan nebaş e li benda alîkarîya xêrxwaz û rayedaran in.

Muhammed Elî û Zozan Elî derbarê mijarê de diyar kirin piştî şerê li Sûrîyê ew gelek zêde zehmetî kişandine û ji ber vê yekê ew pêşî hatine Sêwerekê û dû re jî derbasî Êlihê bûne ku ev 2 meh in ew digel zarokên xwe hewl didin di nav tunebûnê de bijîn.

Zozan Elîya ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir dema ku zilamê wê li Sêwerekê di înşaatê de dixebitî ji ber ku beton di ser de ketiye hestûyên milên wî şikîyane û ji ber vê yekê nikare bixebite.

Elî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev 6 sal in ku li Tirkîyê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tiştekî me tune ye. Em 6 salan li Sêwerekê  man. Ev bû 2 meh ku em hatine Êlihê. Tevde 4 zarokên me hene. Wextê em li Sêwerekê bûn zilamê min di înşaatê de dixebitî û beton ket li ser milê wî û hestûyên milên wî şikestin. Ji ber vê yekê nikare bixebite. Ji wextê em hatine vê derê kesî alîkarîya me nekiriye. Xweda ji wan kesên ku dê alîkarîya me bikin razî be.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir