Trên û pîqab li hev qelibîn: Yek jê giran 2 birîndar
Li Diyarbekirê trêna rêwîyan û pîqabek li hev qelibîn, di encama hewadisa ku pêk hat de kesek giran tevde 2 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Bismila Diyarbekirê trêna rêwîyan û pîqabek li hev qelibîn, di encama hewadisa ku pêk hat de kesek giran tevde 2 kes birîndar bûn û 2 dewar jî telef bûn.
Qeza li Taxa Sananyîya Bismilê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin pîqaba bi plaqeya 21 SB 265 a ku ajokarê eê Îhsan D. bû û trêna rêwîyan li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Mehmet H.Y. û Îhsan D. birîndar bûn û 2 dewar jî telef bûn.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)