• DOLAR 32.383
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2405.099
  • ...
Kerwana Umûdê  li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yemena ku lê şerê navxweyî heye û di bin dorpêç û êrîşa hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike de ye her ku diçe qeyranî însanî zêdetir dibe. Ji ber tunebûna xurek û ava paqij û ji ber tunebûna xizmetên tenduristîyê gelê Yemenê ji rojên zor û zehmet de derbas dibin.

Weqfa Kerwana Umûdê ya ku dengê xwe bi xebatên alîkarîyê yên ku li çar alîyê dinyayê dike li derdorê daye hesandin xebatên xwe yên alîkarîyê yên ku berî niha li Yemenê dabû destpêkirin didomîne.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê derbarê alîkarîyên ku ji xelkê Yemenê re tên kirin de ji ÎLKHAyê re axivî. Cengîz di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ekserîyeta xelkê Yemenê muxtacî alîkarîyê ye.

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber tesîra şer xelkê Yemenê di zor û zehmetîyê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xelkê Yemenê di bin şert û mercên giran de dijîn û ji wan cihên ku ew lê dimînin re dibêjin mal, xanî. Lê belê hezar şahid ji bo vê yekê lazim e. Lewra me bi çavên xwe dît ku ew ji xwe re bi pelên daran kolkekî çêkirine û hewl didin di wir de ji xwe re bisitirin. Ew cihên ku birayên me yên Yemenî lê dimînin  wê qeyrana însanî nîşan dide.”

 “Pêdivîya 18 milyon Yemenîyan bi alîkarî û muhafezekirinê heye”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber tevlîhevîya navxweyî ya ku di sala 2015an de li Yemenê dest pê kir bû sedem ku qeyrana însanî ya li Yemenê mezin bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ez çûm wê derê ez li rasta zarokên ji birçîbûnê çerm û hestû mabûn gelek zêde tesîr li ser min kir. Ji ber vê yekê wek weqfê me xebat da destpêkirin û ji bo wan zarok û bebekan alîkarîya mamayan ji wan re kir. Pêdivîya 18 milyon Yemenîyan bi alîkarî û muhafezekirinê heye. Ji ber tunebûna xurek û erzaqê û ji ber problemên tenduristîyê xelkê Yemenê têdikoşe da ku jiyana xwe ji dest nede. 17 milyon kes bi şikleke baş û têr nikare xwarinê bixwe û 8 milyon kes jî ji be tunebûna xwarinê bi mirinê re rûbirû maye. Serê 10 deqîqeyan carekê zarokek jiyana xwe ji dest dide. 400 hezarê vê reqamê zarok e. Yemen li ser rûyê cîhanê ji wan welatên ku zarok bi şikleke baş û têr nikarin xwarinê bixwin bes cihek e.”

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de ji bo Yemenê bang li kesên xêrxwaz kir û ji wan daxwaz kir ku guh bidin dengê qêrîna alîkarîyê ya xelkê Yemenê.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir