• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
“Roja Dildaran ne exlaqa Îslamê, exqala Cihû û Xiristîyanan e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê derbarê roja îfsad û ji nirxan dûrkirinê ya ku bi navê “Roja Dildaran” tê binavkirin de ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê mijarê de nirxandinên balkêş kir.

Kiliçarslan di destpêka nirxandina xwe diyar kir  Cihû û Xiristîyan dixwazin van rojên wisa di nav civaka Misliman de belav bikin û ji vê yekê mebesta wan jî Mislimanan ji çand û exlaqa Îslamî dûr kirin e ku divê temamê Mislimanan hifza xwe ji vê yekê bike.

“Hezkirinên xeyrî exlaqî yên mîna ‘14ê Sibatê Roja Dildaran’ a ku di nav civakê de bêexlaqî, bêedebîyê belav dikin ne exlaqeke Îslamî ne”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu cihê “14ê Sibatê Roja Dildaran” di Îslamê de tune ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em civakeke Îslamî ne. Ji ber wê yekê em girêdayê Xweda, Pêxember û kitêba Xwedê ne.Pêxemberê me dibêje divê hezkirin û muhebbeta ewil a Xwedê be. Lewra kesê em xuliqandine Xweda ye, Xweda ew kes e ku kaînatê xuliqandiye. Ji hev hezkirina Mislimanan exlaqa îmanê ye. Hezkirinên xeyrî exlaqî yên mîna “14ê Sibatê Roja Dildaran” a ku di nav civakê de bêexlaqî, bêedebîyê belav dikin ne exlaqeke Îslamî ne. Ev yek exlaqa Cihû Xiristîyan e.”

“Ew dixwazin civakên Îslamî bikin wek xwe”

Kiliçarslanê ku diyar kir Cihû û Xiristîyan dixwazin van rojên wisa di nav civaka Misliman de belav bikin û ji vê yekê mebesta wan jî Mislimanan ji çand û exlaqa Îslamî dûr kirin e ku divê temamê Mislimanan hifza xwe ji vê yekê bike, di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ew dixwazin civakên Îslamî bikin wek xwe û dixwazin jiyaneke mîna ya Ewrûpayîyan di nav Mislimanan de belav bikin. Ew dixwazin me ji çanda Îslamî, ji Xwedê û ji Pêxember û ji kitêba Xwedê dûr bikin.”

“Divê em zarokên xwe ji bêedebî û bêhayatîyê muhafeze bikin”

Mela Enwer di berdewama axavtina xwe de diyar kir “14ê Sibatê Roja Dildaran” di nav civakê de bêhayatî û bêedebîyê belav dike ku divê Mislimanan muhafezeya xwe jê bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dînê Îslamê li gorî tabîata însên e. Xweda dema ku însên xuliqand fitrateke li gorî wî hilbijart. Temamê ahkama Îslamê li gorî vê fitratê ye. Ew hevdîtina ku bi hinceta Roja Dildaran bi şikleke xeyrî Îslamî bi qîzên xelkê re tê kirin û hezkirina bi vî awayî tu cihê wî di orf û adeta me de tune ye, em ji vê yekê re bênamûsî û beraztî dibêjin. Divê temamê Mislimanan hifza xwe ji vê yekê bikin. Ji wan kesên ku vê yekê dikin re beraz, bêedeb, bêhaya tê gotin. Ji ber vê yekê divê em zarokên xwe ji bêedebî û bêhayatîyê muhafeze bikin.”

“Ger em wanan taqîb bikin em ê pêkve biçin cehennemê”

Mela Enwer di dawîya axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me “Îman û haya hevalê hev in” di bîran xist û diyar kir “Ev roja ku jê re tê gotin Roja Dildaran bêedebî û bêhayatî. Ger bêhayatî hebe îman jî diçe. Ji xwe tiştê ku Cihû û Xiristîyan ji me dixwazin ev e. Ger em wanan taqîb bikin em ê pêkve biçin cehennemê.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir