Li Etîyopyayê 13 hezar kes ji efûyê sûd wergirtin
Li Etîyopyayê hikûmeta ku Abîy Ahmet jê re serokatî dike di naveyna 6 mehan de 13 hezar 200 kesan efû kir.
Serokwezîrê Etîyopyayê yê ku di nîsana 2018an de hat îqtîdarê di naveyna 6 mehên dawî de 13 hezar 200 kesan efû kir.
Exlebeyê kesên ku hatin efûkirin berî îqtîdara Abîy Ahmet di xwepêşanên muxalif de hatibûn binçavkirin û bi sûcê "ji makeqanûnê re îxanek kirin û terorîzmê" hatibûn sûcdakirin û hatibûn xistin girtîgehê.
Derbarê mijarê de ji teref Serdozgerîya Etîyopyayê ve ji televîzyona dewletê re daxuyanîyek hat dayîn. Serdozger di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de diyar kir di naveyna 6 mehên dawî de 6 hezar û 200 kes ji teref hikûmetê ve hatine efûkirin û ji kesên ku hatine binçavkirin re jî sertîfîka hatiye dayîn.(ÎLKHA)