Li Îranê balafir ket xwarê
Li nêzî bajarê Kereca Îranê balafireke kargoyê ket xwarê.
Hat ragihandin li nêzî Kereca bajêra Îranê balafireke bi tîpa Boeîng 707 a kargoyê ket xwarê.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin balafir doh serê şeveqê li herêma Zîbadeşta Kerecê ketiye xwarê û hêj sedema ketina balafirê nayê zanîn.
Tê diyarkirin di balafirê de tevde 10 kes hebûn û balafir aîdî Kirgizîstanê bû û ji Bîşkekê bi hewa ketibû.(ÎLKHA)