17 hakim û dozger hatin îxrackirin
17 hakim û dozger ji teref Lijneya Giştî ya HSKyê ve bi hinceta ku pêwedîya wan bi FETO re heye ji wezîfê hatin îxrackirin.
Hat ragihandin Lijneya Dozger û Hakiman derbarê 36 dozger û hakimên ku tê diyakirin pêwendîya wan bi FETO re heye de civîya. Di encama civîna ku hat tertîpkirin de derbarê 17 hakim û dozgeran bi hinceta pêwendîya FETO qerara îxracê hat dayîn.(ÎLKHA)