• DOLAR 32.583
  • EURO 35.063
  • ALTIN 2459.274
  • ...
Ji ber ku zilamê wê hat girtin ew û 3 zarokên xwe bi tena serê xwe man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Jin û mêrên ku emrê wan ji 18 salî biçûk in û bi riza xwe û bi destûra malbatên xwe zewicîne bi hinceta "îstîsmara zayendî" tên darizandin û tên avêtin girtîgehê. Mexdûrîyeta van malbatên ku ceza ji wan re hatiye dayîn hêj berdewam dike.

Eyşe Sepeta ku berî vê 10 salan bi riza xwe zewicî ji ber doza ku di sala 2010an de li zilamê wê hat vekirin jê re 8 sal û 4 meh ceza hat dayîn û niha jî di girtîgehê de tê girtin.  Ayşe Sepet di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku  zilamê wê hat girtin re ew digel 3 zarokên xwe di holê de bêkes mane û ew li rasta gelek zehmetîyan hatine. Sepeta ku diyar kir ew debara xwe bi 560 TLyan ku mehane jê re tê dayîn nikare bike daxwaz kir ku zilamê wê demildest bê berdan.

Eyşe Sepeta ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî wisa got: "Dema ku ez zewicîm, hê nû ketibûm 15 salîya xwe. Ez di sala 2009an de zewicîm û di sala 2010an de zarokê min ewil hat dinyayê. Di encama doza ku hat vekirin de ji zilamê min re 8 sal û 4 meh ceza hat dayîn. Doza me heta sala 2018an berdewam kir. Di 15ê Hezîrana 2018an de zilamê min girtin û ew birin girtîgehê. Ev bû 7 meh ku zilamê min girtî ye."

 "Ez hewl didim bi 560 tlyan debara xwe bikim"

Eyşe Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di kirê de ye û bi 3 zarokên xwe bi tena serê xwe maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zarokên min ewil 9 salî ye û diçe pola 3yemîn. Her 2 zarokên min din biçûk ku ji ber vê yekê ez nikarim bixebitim.  Mehane 560 tl ji teref xizmetên civakî ve ji min re tê dayîn. Ez hewl didim bi vê 560 tlyî debara xwe bikim.  Ger ez yekê bigirim da ku li wan mêze bike û ez bixebitim ew ê temamê pereyên min jê re here. Zarokê min ê 3yan dema ku zilamê min di girtîgehê de bû hat dinyayê. Ez bi tena serê xwe ji xestê derketim. Li ba min ne nasek û ne jî refaqetvanek hebû.  Destekî min de çante û di destê min ê din de zarok ez hatim malê. Digel 3 zarokan ez gelek zêde zehmetîyê dikşînim.  Nêzî min tu kes nîne.  Nasên min û yên zilamên min ne nêzî min in. Ew jî carinan destekê didin min; lê belê dîsa debar nabe. Em zehmetîyê dikşînin."

 "Ez daxwaz dikim ku zilamê min demildest bê berdan"

Eyşe Xanim di berdewama axavtina xwe de teleb kir ku zilamê wê demildest bê berdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ez bi rizaya xwe zewicîm. Destûra malbatan jî hebû. Me ji hev hez kir û em zewicîn. Serîyê pêşî malbatên em jî nedixwastin em bizewicin. Piştî ku em bûn malbat ew jî razî bûn. Ji bo ku nîqaha min fermî çêbibe min di 16 salîya xwe de serî li mehkemê da; lê mekhemê red kir. Wê demê ez bi hemil bûm.  Di 17 salîya xwe de bi îmzeya dê û bavê xwe me nîqaha xwe ya fermî çêkir.  Ji xwe ceza jî ji me re birîbûn. Ev bû 6-7 sal ku nîqaha me ya fermî heye. Dema ku ez diçim girtîgehê bi belgeya nîqaha fermî diçim girtîgehê. Ez daxwaz dikim ku zilamê min demildest bê berdan."

 "Ger ji girtîgehê derkeve ew ê ew sûcê îstîsmara zayendî di sîcîla wî de bimîne"

Eyşe Xanim di dawîya axavtina xwe de diyar kir di bergeha qanûna ku hatiye derxistin mala 8 hezar malbatan hat xerakirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Zilamê min di bergeha 'îstîsmara zayendî' ya ku maddeya 2yemîn a qanûna 103yemîn a makeqanûnê ye de tê darizandin. Divê em ji bergaha vê qanûnê bên derxistin. Lewra dema ku zilamê min ji girtîgehê derket ew ê ew sûcê îstîsmara zayendî di sîcîla wî de bimîne. Bila an vê maddeyê sererast bikin an jî bila ji kesên ku di ciwanîya xwe de zewicîne û ji wan re ji ber vê yekê ceza hatiye dayîn maddeyeke din bê tetbîqkirin."(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir