Nêzî 295 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe
Wezareta Karên Hundir destnîşan kir nêzî 295 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.
Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat destnîşankirin nêzî 295 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.
Derbarê Sûrîyeyîyên ku di sala 2018an de vegerîyane welatê xwe de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di sala 2018an de nêzî 295 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.
Di daxuyanîya ku li ser twîtterê hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin sala borî ji 853 hezar û 274 hezar kesên biyanî re destûra rûniştinê hatiye dayîn û 268 hezar û 3 koçber hatine girtin û ji van tevde 55 hezar û 894 kes hatine dersînorkirin.(ÎLKHA)