• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
 "Dixwazin xelkê tahrîk bikin û Bûyerên Sêwasê yên nû derînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorîya Weqfa Evîndarên Pêxember yê Rihayê derbarê Oda Tv û nivîskarê wê yê ku heqaret li Hz. Muhammed û nirxên Îslamî kirin de ji Serdozgerîya Komarê ya Rihayê re doz vekir.

 "Ew malpera ku qala wê tê kirin dixwaze ku alozî derkeve"

Parêzer Emîn Guneş piştî doza ku hat vekirin re li ber edlîyê daxuyanî da endamên çapemenîyê. Parêzer Guneş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew malpera ku qala wê tê kirin dixwaze ku alozî derkeve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wek Koordînatorîya Rihayê ya Evîndarên Pêxember û wek welatîyên ku ji Resûlullah hez dikin derbarê mijarê de ji Serdozgarîya Komarê re gilîdar bûn. Em dixwazin di çarçoveya Qanûna Cezayê ya Tirk a bi nimreya 216an de derbarê wan kesên ku vê qanûnê îhlal kirine, dijmintî û nefretê dixin nav xelkê de lêpirsîn bê destpêkirin."

"Dixwazin xelkê tahrîk bikin û Bûyerên Sêwasê yên nû derînin"

Guneş di berdewama axavtina xwe de diyar kir  Oda Tv weke dizê ku xwe li hember xwedîyê malê heqdar derîne pêşî heqaret li Hz. Muhammed kiriye û dû re hewl daye zemîna provakasyonê amade bike. Guneş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  Ew kesên ku vê heqaretê kirine ji bo pêşîya van gilîyan bigirin hinek gavan davêjin û dibêjin 'hinek kes li hember me provakatortîyê dikin.' Halbûkî ew heqaret li Pêxemberê me dikin û dixwazin xelkê tahrîk bikin û hinej Bûyerên Sêwasê yên nû derînin holê. Ji ber ku ew di vî warî de bi ser neketine aciz dibin. Lewra Evîndarên Pêxember weke ku ew bendewar in bang li xelkê nake da ku derkevin kolanan. Bereksa wê bang li Dozgerîyên Komerê dike da ku wezîfeya xwe bikin. Ev yek jî heqê xwezayî ya wan kesên ku ji Resûlullah hez dikin e. Ger dozger lêprsînê bidin dest pê kirin û ceza bidin wan kesên ku heqareta Pêxemberê me dikin, ew ê aramî û hizûr û ewlehî li vî welatî bê tesîskirin. Ger ev yek bê kirin dê careke din kes cesaret neke heqaretan li Pêxemberê me bike."

Îbrahîm Xelîl Guvenê Rayedarê Koordînatorîya Weqfa Evîndarên Pêxember jî derbarê mijarê de diyar kir ew bang li dozgeran dikin da ku wezîfeya xwe bikin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir