• DOLAR 32.475
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2438.495
  • ...
23 hafîze îcazeta xwe girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Alim û Medreseyan  a ku bi xebatên xwe yên perwerdehîya Îslamî ldi herêmê ji teref xelkê ve tê teqdîrkirin ji bi 23 qîzên ciwan ên ku perwerdehîya xwe ya hafiztîyê temam kirin li Êlihê merasîma îcazetê tertîp kir.

Merasîm di seat 13.00an de li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Bajêra Êlihê hat tertîpkirin.  xwendekarên kursê, malbat û gelek kes beşdarî bernameya îcazetê bûn. Salîha Onena Dildara Yekîtîya Alim û Medreseyan axavtina silavdayînê kir û balan kişand li ser xebat û perwerdehîyên Îttîhad'ul Ulemayê.

 "Divê em li kitêba Rebbê xwe xwedî derkevin, ji wê pê ve tu tişt me xelas nake"

Mela Beşîr Varolê ji alim û rîspîyên herêmê di merasîma ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û destnîşan kir ji Qur'anê pê ve tu tişt însanan xelas nake. Mela Beşîr dû re wiha axivî: " Qur'an kitêba Xwedayê ku Rebbê aleman e ye. Ev kitêb ji teref Xwedê ve bo hizrû û saadeta me ji me re hatiye şandin. Ev kitêb bo wan Mislimanên ku amelên salih dikin mizgîndêr e. Ew însanên ku amelên salih nakin û li gorî Qur'ana Kerîm hereket nakin nikarin ji Qur'ana Kerîm îstîfade bikin. Qur'ana Kerîm mizgînê dide Mislimanan ku ji bo wan destheqeke pir mezin heye. Ji ber vê yekê divê em li kitêba Rebbê xwe xwedî derkevin. Dema ku em li gor fermanên Rebbê xwe bijîn em ê felaket û belayên li dinya û axretê rizgar bibin. Ger em li kitêba Rebbê xwe xwedî dernekevin dê tu tiştek me xelas neke."

 "Pêxemberê Xwedê dê ji wan kesên ku perwerdehîyê nadin zarokên xwe gilîdar bibe"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e dê û bav ehemîyetê bidin perwerdehîya zarokên xwe û ew ê Pêxemberê Xwedê ji wan kesên ku perwerdehîyê nadin zarokên xwe gilîdar bibe. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêxemberê Xwedê ji bo muminan şefaatkar e.  Lê belê ew ê Pêxemberê Xwedê di roja qiyametê de ji wan kesên ku pişta xwe dane Qur'anê, ehemîyet nedane Qur'anê, zarokên xwe nedane xwendin bibe gilîdar. Pêxemberê me dê bibêje ' Rebbê min!  Ev însan dînê te taqîb nekirin, kitêba te nexwendin, berê xwe ji heq û edaletê vegerandin û kesên kafir, zalim û pîs şopandin. Rebbê min! Ez wan dispêrim te.'  Ger Pêxemberê Xwedê derbarê me de bibe gilîdar dê ji bo me hizûr nemîne. Ger em zarokên xwe nedin xwendin, em wan neşînin dersên Qur'anê, medreseyên Îslamî û wan bi terbîye Îslamê mezin nekin ew ê çawa heq û heqîqetê ji hev cuda bikin. Ew ê çawa Îslamê nas bikin! Ger em wisa bikin, ew ê zarokên me bidin pey kesên kafir û nebaş. Gunehê van zarokên wisa di stûyê dê û bavên wan de ye. Ew ê roja axretê ji dê û bavên xwe bibin gilîdar."

Merasîma îcazetê bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir