• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê Îmtîhana Siyerê ya bi xelata umre de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê di 17ê Sibatê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li tevahîya Tirkîyê îmtîhana bi navê "Wî Bixwîne û Jiyana Wî Tetbîq Bike" Îmtîhana Sîyerê ya bi xelata umrê bê tertîpkirin. Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember Yahya Ograş derbarê Îmtîhana Siyerê ya bi xelata umre ya ku dê li tevahîya Tirkîyê bê tertîpkirin de daxuyanî da û derbarê îmtîhanê de agahî da. Ograş di daxuyanîya ku da de bang li Evîndarên Pêxember kir da ku beşdarî Îmtîhana Sîyerê bibin.

"Îmtîhan di 17ê Sibatê de dê bê tertîpkirin"

Berdevk di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir serîlêdanên îmtîhanê di 15ê Berfanbarê de destpêkirine û ew ê heta 3yê Sibatê berdewam bikin. Ograş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Serîlêdan heta 3ê Sibatê dê berdewam bikin û dê di 17ê Sibatê de Îmtîhana Sîyerê bê tertîpkirin. Îmtîhan dê wek 4 kategorîyan bê tertîpkirin û nêzîm 2 hezar xelat bên dayîn ku di nav van xelatan de xelata umrê jî heye."

"Bi rastî jî teweccuheke mezin ji îmtîhanê re tê nîşandan"

Ograş di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta Îmtîhana Sîyerê ya ku her sal tê tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Êdî em her sal vê îmtîhanê tertîp dikin û em dibînin ku bi rastî jî teweccuheke mezin ji îmtîhanê re tê nîşandan. Armanca me ya ewil zêdekirina hejmara beşdarvanên ku dikevin îmtîhanê nîne; armanca me ya ewil her sal xwendina jiyana xwe Resûlê Xwedê û tetbîqkirina jiyana wî ye. Me bi şîara 'Wî Bixwîne û Jiyana Wî Tetbîq Bike' da rê. Em hewl didin ku xelkê me yê Misliman heyata Pêxemberê me hîn bibe û li gor jiyana wî bijî."

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir armanca wan ew e ku însan li gor jiyana Resûlê Xwedê Hz. Muhammed bijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew kesên ku di dîrokê de ji Wî re bûne asteng qet rûyê aramî û hizûrê nedîne."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir