Nîvê penaberên Sûrîyeyî nikarin biçin mektebê
Hat ragihandinji milyonek û 47 hezar penaberên Sûrîyeyî bes 651 hezar kes dikarin biçin mektebê.
Omer Fethî Gurerê Parlementerê Nîgdê yê CHPê derbarê perwerdehîya zarokên penaber ên Sûrîyeyî de pêşnîyazpirs da meclîsê. Ji ber vê yekê Wezîrê Perwerdehîyê yê Neteweyî Zîya Selçuk bersiv da vê pêşniyazpirsê.
Wezîr Selçuk di bersiva ku da pêşnîyazpirsê de diyar kir li Tirkîyê tevde milyonek û 47 hezar û 536 penaberên Sûrîyeyî gihaştine emrê perwerdehîyê; lê belê ji vê hejmarê bes 651 hezar kes niah perwerdehîyê dibîne. Selçuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev penaberên Sûrîyeyî li 19 bajêran li 223 navendên perwerdehîyê, perwerdehîyê dibînin.(ÎLKHA)