"Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê xeflet e"
Miftîyê Bajêra Bîngolê Muharrem Gençê ku derbarê sala nû de nirxandinan kir destnîşan kir "Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê xeflet e."
Muharrem Gençê Miftîyê Bajêra Bîngolê derbarê pîrozbahîyên ku di sersalê de tên kirin de nirxandinan kir û diyar kir divê kesên xeyrîmuslum neyên teqlîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em saleke din li pey xwe dihêlin û em ê çend roj şûnde bikevin saleke nû. Xweda di Qur'ana Kerîm de di sûre û ayetan de li ser wextê sond dixwe. Wek mîna We-l Asr, We-l Qamer û We-ş Şems sond xwariye û balan kişandiye li ser wextê. Lewra wext ji bo me gelekî muhîm e, ji bo wezîfeya me ya evdîtîyê, ji bo plankirina dahatûya me û ji bo axreta me pir muhîm e."
"Divê Mislimanek hisaba emrê çûyî û ya mayî bike"
Genç di berdewama axavtina xwe de hedîseke Resûlullah di bîran xistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê em hisaba emrê çûyî û ya mayî bikin û ji xwe bipirsin ka gelo em çi qas qedr û qiymetê didin wextê. Saleke nû dest pê dike. Divê Mislimanek hisabê bike û tefekûr bike, ka ew emrê xwe li kû derê, çawa derbas kiriye, qedr û qiymeta sihheta xwe çi qas zanibûye, karên baş û bi kêr kiriye yan na? Divê Mislimanek planên wisa musbet bike. Vaye divê em sala nû bi vî awayî binirxînin."
"Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê û kirina tiştên heram xeflet e"
Genç di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê muhasebeya sala çûyî bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Weke xeyrîmusluman pîrozkirina sersalê xeflet e, em nikarin ji bo dahatûya xwe planeke wisa bikin. Bi kirina heramê, vexwarina eraq û bi lîstina qumarê û bi zirar dayîna ji sihhetê re em nikarin qedr û qiymeta wextê bizanibin."(ÎLKHA)