• DOLAR 32.47
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2439.721
  • ...
Ji ber xwepêşanên "Êlekzeran" 43 hezar kes bêkar man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber xwepêşanên "Êlekzeran" a ku ji 17ê Mijdarê vir ve li Fransayê ji ber zemên sotemenîyê û şert û mercên nebaş ên aborîyê berdewam dikin 43 hezar kes bêkar man.

Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Karên Aborîyê Agnes Pannîer-Runacher derbarê mijarê de diyar kir xwepêşan di warê ticaretê de bûn sedema zirara ji sedî 25.

Hat ragihandin ji ber xwepêşanan li Fransayê 43 hezar kes bêkar man ku malîyeta van kesên bêkar ji dewletê re bûye 28 milyon euro.

Di xwepêşanên ku ji 17ê Mijdarê vir ve berdewam dikin de 10 kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wisa 4 hezar û 341 kes jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir