Mektebên FETO yên li Kamboçyayê hatin girtin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin mektebên FETO yên li Kamboçyayê hatin girtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bi mudaxeleya hikûmeta Kamboçyayê zanîngeh û 4 mektebên bi vê zanîngehê ve girêdayî ne û yên FETO ne hatine girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Maarîf a Tirkîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Sen di ziyareta xwe ya ku di meha cotmehê de li Tirkîyê kir de bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kir û di vê hevdîtinê de di warê hevkarîya micadeleya li dijî FETO de temînat da Serokomar ku ew peyaman hevkarîyê di 22ê Berfanbarê de ket merîyetê.(ÎLKHA)