Li Kirşehîrê otobisa rêwîyan qulibî: 3 mirî 35 birîndar
Di qezaya ku li Kirşehîrê pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Hat rakirin li Kirşehîrê otobusa rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Enqerê- Kayserîyê pêk hat. Otobusa bi plaqeya 62 AR 671 li nêzî Akpinara navçeya Kirşehîrê ji ber berf û bagerê qulibî, di encama qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê qezayê. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)