• DOLAR 32.355
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2392.556
  • ...
Saglam: Siyaseta durist aku di xizmeta xelkê de ye ket sala xwe ya 6an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta salvegera 6emîn a damezrandinê ya Partîya Doza Azad a ku di sala 2012an de  hat damezrandin  rayedarên HUDA PARê û bikarhenêrên medyaya civakî  piştgirîyê dan  hashtaga #DürüstSiyaset6Yaşında.

Di peyamên ku ji ser medyaya civakî hatin belavkirin de qala ehemîyeta polîtîkaya derve û hundir a HUDA PARê û qala  neheqîqîyên ku li HUDA PARê hatine kirin, hat kirin. Di parvekirinên ku ji ser medyaya civakî hatin kirin de bi hemana awayî qala mijarên "edalet" û "însan" ên ku di bernameya partîyê de heye hat kirin.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di parvekirina xwe ya ku ji ser medyaya civakî kir de destnîşan kir " Partîya me HUDA PAR a ku bi şîara Siyaseta Durist Edaleta Rast da rê ket sala xwe ya 6emîn.

"Ez hêvî dikim ku em ji bo Heqq gelek salên din xizmeta xelkê bikin"

Saglam di berdewama parvekirina xwe de diyar kir ew ê bo Xwedê ji xelkê re xizmet bikin û dû re wiha got: "Bi vê wesîlê ez ji Navenda HUDA PARê, teşkîlatên bajêr û navçeyan û ji şaxên xort, ciwanan û ji kadroyên ciwan û ji xelkê me yê bi rûmet re spas dikim. Ez hêvî dikim ku em ji bo Heqq gelek salên din xizmeta xelkê bikin."

Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî derbarê mijarê de wisa got: " Siyaseta Durist a ku hebûna qewmîyetperestî û nîjadperestîya ku çavkanîya wê Xerb e û sedema herî mezin a xerabûna însanîyetê ye red dike û însanan vedixwîne dewleta edaletê ket 6 salîya xwe."

 "Pêdivîya wê Tirkîyeya ku siyasetê ew qirêj kiriye bi Siyaseta Dirist a ku ket 6 salîya xwe heye"

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê ku ji teref Dadgeha Bilind ve cezaya wî hat tesdîqkirin jî derbarê mijarê de wiha got: " HUDA PARê ji roja ku hatiye damezrandin vir ve însan xistiye navenda polîtîkaya xwe, pêşanîyê daye edaletê, bi şîara siyaseta durist hereket kir û li gor berjewendîya gel hereket kir ku di dîroka Tirkîyê de tu kesî ji partîyeke wisa re nebûye şahid ku ev Siyaseta Dirist ket 6 salîya xwe."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir