Li Yalovayê di mezinahîya 4,5an de erdhej
Navend Çinarcika Yalovayê di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Hat ragihandin navend Çinarcika Yalovayê di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Li gor daneyên ku ji teref Serokatîya Birêveberîya Rewşa Awarte û Bobelatê ve hatine belavkirin erdhej di seat 09,34an de li Çinarcika Yalovayê pêk hat.
Hat diyarkirin erdhej 7.01 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat. Tesîra erdhejê li Stenbolê jî hat hîskirin.(ÎLKHA)