Li ber sînora Serêkanîyê xendek tên kolan
Tirkîye li sînora Serêkanîya Rihayê dest bi kolana xendekan kir.
Hat ragihandin Tirkîye li ber sînora Serêkanîyê ji bo derbasbûnên dereqanûnî asteng bike dest bi kolana xendekan kir.
Li gor agahîyan firehîya xenqekan 2 metro û kûrahîya wan jî 3 metro ye û xenqek ji teref personelên leşkerî ve bi mekîneyên kar tên kolan.
Li ber sînor ji bilî kolana xendekan tedbîrên ewlehîyê jî ji ber operasyona li dijî PKK/PYDê hatin zêdekirin.(ÎLKHA)