Ji bo Yemenê hevdîtinên aştîyê îro dest pê dike
Hevdîtinên aştîyê yên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî dê îro dest pê bike.
Hat ragihandin îro ji bo ew şer û pevçûna di navbera du terefên li Yemenê de bi dawî bibin dê bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî hevdîtinên aştîyê bê kirin.
Tê diyarkirin ew ê hevdîtin îro li Swêdê dest pê bikin. Herî dawî di sala 2016an de gotûbêjeke ku 106 rojan berdewam kir hat kirin û gotûbêjên ku bo aştîyê hatin bênetîce man. Ji ber vê yekê ev hevdîtina ku dê îro bê kirin xwedî taybetîya hevdîtina yekemîn e ku piştî hevdîtinên 2016an cara ewil bo aştîyê tê kirin.
Her wisa tê diyarkirin ji bilî hevdîtinên aştîyê dê vekirina balafirgeha Sanayê, dawî anîna li dorpêça li Taîzê û teqasa mehkûman jî dên bidestxistin.(ÎLKHA)