Rûsyayê bersiv da daxuyanîya Amerîkayê ya "60 roj muhlet"
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Marîya Zaharovabersiv da daxuyanîya Amerîka ya derbarê bi cîanîna mesûlîyeta Peymana INFyê.
Mîke Pompeîeyê Wezîrê Karên Derve di daxuyanîya ku dabû de derbarê mijarê de destnîşan kiribû Amerîka 60 roj muhlet daye Rûsyayê da ku ew wan mesûlîyetên xwe yên Peymana INFyê bi cî bînin.
Pompeî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kiribû " Rûsya bi wan mûşekên xwe yên ku rasterast Ewrûpayê hedef digirin li gor berpirsîyarîya Peymana INFyê hereket nake. Ger Rûsya di navbera 60 rojan de li gor peymanê hereket neke, Amerîka dê di navbera 60 rojan de wan mesûlîyetên xwe yên Peymana INFyê bi cî neyîne."
Piştî vê daxuyanîya Amerîkayê vêcar jî ji teref Rûsyayê wek bersiv daxuyaînyek hat dayîn. Marîya Zaharovaya Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya derbarê mijarê de diyar kir Rûsya bi şikleke bi rêk û pêk li gor peymana heyî hereket dike û Amerîka bi xwe jî vê yekê jî dizane.
Zaharova di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir tu problema Rûsyayê di warê li gor peymanê hereketkirinê de tune ye.(ÎLKHA)