Mehkemê cezayên Demîrtaş û Onder tesdîq kir
Daîreya Cezayê ya 2yemîn a Mehkemeya Îdarê ya Herêma Stenbolê cezayên Selahaddîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder tesdîq kir.
Hat ragihandin Daîreya Cezayê ya 2yemîn a Mehkemeya Îdarê ya Herêma Stenbolê cezayên Selahaddîn Demîrtaşê Hevserokê berê yê Giştî yê HDPê û Sirri Sureyya Onder tesdîq kir.
Berî niha ji teref Mahkemeya Cezaya Giran a 26emîn a Stenbolê ve ji Selahaddîn Demîrtaş re ji ber kirina sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" 4 sal û 8 meh û ji Parlementerê Enqerê yê HDPê Sirri Sureyya Onder re jî ji "kirina propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" 3 sal û 6 meh ceza dabû.
Ev cezaya ku berî niha ji teref Daîreya Cezayê ya 2yemîn a Mehkemeya Îdarê ya Herêma Stenbolê ve ji Selahaddîn Demîrtaşê Hevserokê berê yê Giştî yê HDPê û Sirri Sureyya Onder re hatibû dayîn tesdîq kir.(ÎLKHA)