• DOLAR 32.489
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.803
  • ...
"Îqtîdar li hember kumpasa ku derbarê HUDA PARê de hat amadekirin bêdeng ma"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind wê cezaya ku ji Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PAR Seîd Şahîn, M. Bahattîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn re hatibû dayîn tesdîq kir ku ev ceza di encama doza ku bi komplo û kumpasên FETO hatibû vekirin de hatibû dayîn.

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de diyar kir Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PAR Seîd Şahîn, M. Bahattîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn bi e-postaya ku ji teref şexsên FETOyîst ve hatibû şandin, hatine girtin. Saglam her wisa diyar kri FETO wan kesên xwedî nasnameya Îslamî û wan komên din ên ew ku ji xwe re asteng didît hewl dida berteraf bike.

 "Ew kumpasa ku ji teref FETO ve hatibû amadekirin, hat domandin û ji hevalên me re ceza hat dayîn"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir piştî operasyonên 17-25ê Berfanbarê hikûmet dît ku FETO ekîbeke çawa ya kumpasê ye û li dijî vê yekê li gor tedbîran stand; lê belê li dijî wan operasyonên ku li hinek kesên din hat kirin qet tedbîr nestand. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Di pêvajoya darizandina van hevalên me de Mustazaf-Der hat girtin û ev komele bû Hareketa Mustazafan. Dû re HUDA PAR hat damezrandin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn wê demê Serokê Şaxa Stenbolê bû.  Ji van 3 hevalên me yên ku di Gûlana 2013an de ceza xwarin ji ' birêveberîya asta bilind a rêxistinê' hatin cezakirin.  Ev cezayên ku hatin dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hatin xerakirin. Piştî ku dosya ji Dadgeha Bilin vegerîya operasyonên 17-25ê Berfanbarê hatin terîtpkirin. Piştî operasyonên 17-25ê Berfanbarê hikûmet dît ku FETO ekîbeke çawa ya kumpasê ye û li dijî vê yekê li gor tedbîran stand; lê belê li dijî wan operasyonên ku li hinek kesên din hat kirin qet tedbîr nestand. Ji ber vê yekê ew kumpasa ku ji teref FETO ve hatibû amadekirin, hat domandin û ji hevalên me re ceza hat dayîn. Em dikarin bibêjin operasyona ewil û kumpas a FETO bû; lê belê di vê cezaya duyemîn ên ku hatin dayîn de em nikarin bibêjin FETO ketiye dewrê û ji wan re ceza hatiye dayîn."

 "Ew kesên ku li îqtîdarê ne li hember kumpasa ku derbarê HUDA PARê de hat amadekirin bêdeng man"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di temamê qonaxên darizandinê de ew şexsên ku li îqtîdarê bûn ji meselê haydar bûn, lê belê li dijî vê yekê qet tedbîr nestandin.Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Ew kesên li Tirkîyê îqtîdar û muxalefet in, digel ku zanibûn FETO dikare kumpasên çawa amade bike û digel ku vê yekê didîtin jî û dizanibûn FETO di nav îxanetê de ye jî dengê xwe ji wan operasyonên ku zirara wan nedigihaşt hikûmetê re bêdeng man.  Hevalên me jî qurbanên vê helwestê ne. Ew şexsên ku di sala 2013an de îqtîdar bûn, dema ku hevalên me ceza standin dîsa jî îqtîdar bûn û haya wan ji vê meselê hebû. DEi temamê qonaxên darizandinê de ew şexsên ku li îqtîdarê bûn ji meselê haydar bûn, lê belê li dijî vê yekê qet tedbîr nestandin, daraz bi yekê serê xwe neêşand û ew operasyonên ku ji teref FETO ve hatibûn destpêkirin ji cihên ku mabûn berdewam kirin ku em vê yekê rast û dirist nabînin."

"Sedema tesdîqkirina cezayên ku ji hevalên me re hatine dayîn divê tenê bi FETO neyê girêdan"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe diyar kir divê terazîya edaletê pir zêde hesas bê girtin  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Sedema tesdîqkirina cezayên ku ji hevalên me re hatine dayîn divê tenê bi FETO neyê girêdan. Ev û demek dirêj, bi temametî nebe jî paijîyek mezin li dijî FETO hat kirin ku hemû kes vê yekê qebûl dike. Ji ber vê yekê divê ew kesên ku zilm li wan hatiye kirin û derbarê wan de kumpas hatine amedekirin jî bên guhdarkirin.  Ev yek bes li hember me nehatîye kirin.  Em dibînin gelek kesên ku wek FETOyîst hatine binavkirin jî mexdûrên FETO ne. Divê meriv pir bi dîqqet be. Divê terazîya edaletê pir zêde hesas bê girtin. Dibe ji bo mezlûmekî 10 kesên sûcdar bên berdan, lê belê ji bo sûcdarek bê girtin mirov nikare 10 kesên mezlûm bavêje girtîgehê. Ev yek ne edalet e. Divê di vî warî de pir dîqqet bin."

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê vê kumpas û komloya ku derbarê hevalên wan de hatiye amedekirin di rojevê de bigirin û  dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: " Hinek kes dixwazin kesê n mezlûm bên avêtin girtîgehê ku divê hemû kes li hember vê yekê birawestin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir