Qatar ji OPECê vedikeşe
Qatar dê ji Çileya sala 2019an pê ve ji OPECê vebikeşe.
Ji teref Qatarê ve hat ragihandin ew ê ji meha Çileya sala 2019an pê ve ji OPECa Welatên ku Neftê Îxrac Dikin e vebikişin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Enerjîyê yê Qatarê Saad Al Kaabî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Wezîr Saad destnîşan kir ew ê ji meha Çileya sala 2019an pê ve ji OPECa Welatên ku Neftê Îxrac Dikin e vebikişin.
Piştî daxuyanîya ku hat dayîn re bihayê neftê ji sedî 5 zêde bû.(ÎLKHA)