• DOLAR 32.577
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2456.575
  • ...
Otomobîl li TIRa ku li kevîya rê sekinîbû qelibî: 4 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Bismila navçeya Diyarbekirê otomobîlek ji paşve li TIRa ku li kevîya rê parkkirîbû qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Bismil-Diyarbekirê li nêzî mewqîya Uç Tepeyê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 34 BHU 14 a ku ajokarê wê Servet Atak bû ji paşve li TIRa bi plaqeya 65 NU 342 qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesên bi navê Servet Atak û Necat Atak, Mehmet Alî Sumer û Mehmet Resûl Bebe jiyana xwe ji dest dan.

Kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hatin birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.

Hat hînbûn kesên ku jiyana xwe ji dest dane li Aydinê wek karker dixebitîn û ji bo vegerê memleketê xwe Sêrtê dabûne rê.

Şofêrê TIRê Ahmet Kilinç hat binçavkirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir