Li Îranê erdhej: Herî kêm 400 kes birîndar bûn
Di erdeheja ku li Kirmanşaha Îrana pêk hat de herî kêm 400 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Kirmanşaha parêzgeha Îranê di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî erdheja ewil 3 erdhejên din jî pêk hatine.
Ji ber erdhejên ku pêk hatin heta niha zêdetirî 400 kesan birîndar bûn.
Tê diyarkirin erdhej li sînora Kirmanşah û Îlamê pêk hatiye û tesîra wê li bajarên Azerbeycana Rojhilat û Xerb û Loristanê jî hatiye hîskirin.(ÎLKHA)