• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Weqfa Yetîman xebatên xwe yên alîkarîya bûrsê yên bo êtîmênXazzeyî didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Pêşveçûn û Alîkarîyê ya Îsarê ya ku li Xazzeya Filistînê xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe, bûrsên ku ji teref Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye ve hatibûn şandin ji 100 kesên êtîm re belav kir.

Munîs Kadîhê  Seroka Komeleya  Pêşveçûn û Alîkarîyê û Temsîlkarê Weqfa Yetîman a Xazzê di dema belavkirina alîkarîyên bûrsê de diyar kir ew ji bo  xelkê Filistînê xebatên alîkarîyê dikin û ew ê ev xebatên wan heta dawîya salê berdewam bikin.

Kadîh di berdewama axavtina xwe de ji Weqfa Yetîman a ku her meh bi şikleke birêkûpêk alîkarîya bûrsê ji wan re dişîne re teşekur kir û ji Weqfa Yetîman daxwaz kir ku ew, xebatên xwe yên alîkarîyê yên bo Xazzê bidomînin.

Kadîh di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şert û mercên aborî yên nebaş şertên jiyanê yên Xazzeyîyan nebaş e. Kadîh her wisa banga alîkarîya bilez li temamê welatên Îslamê û Ereban û her wisa li xêrxwazan kir da ku ji Xazzeyîyan re bibin alîkar.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir