• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Di xwepêşanên li Fransayê de şer derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hikûmeta Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron berî niha di warê bihayê sotemenîyê de verastkirinek kiribû û bihaya sotemenîyê zêde kiribû ku ji ber vê yekê xwepêşan hatibûn destpêkirin. Xwepêşanên ku li Parîsa paytexta Fransayê hatibûn destpêkirin her ku diçe zêdetir dibin û belavî welêt dibin.

Polês bi av û xaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşandaran dikin. li Şanzelîzeya Parîsê di dema mudaxeleya ku hat kirin de di navbera polês û xwepêşandanan de pevçûn derket. Di xwepêşanan de gelek xwepêşandar hatin binçavkirin.

Di dema xwepêşanan de hinek xwepêşandar dirûşma avêtin û xwestin ku Macron îstîfa bike. Di xwepêşanan de gelek kes birîndar bûn û her ku diçe hejmara kesên birîndar zêde dibe.

Li Fransayê 3 hezar polês sewqî cihê bûyeran hatin kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir