Di xwepêşanên li Fransayê de şer derket
Ji ber ku li Fransayê bihaya sotemenîyê hat zêdekirin xwepêşanên ku destpêkiribûn her ku diçe belav dibin.
Hikûmeta Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron berî niha di warê bihayê sotemenîyê de verastkirinek kiribû û bihaya sotemenîyê zêde kiribû ku ji ber vê yekê xwepêşan hatibûn destpêkirin. Xwepêşanên ku li Parîsa paytexta Fransayê hatibûn destpêkirin her ku diçe zêdetir dibin û belavî welêt dibin.
Polês bi av û xaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşandaran dikin. li Şanzelîzeya Parîsê di dema mudaxeleya ku hat kirin de di navbera polês û xwepêşandanan de pevçûn derket. Di xwepêşanan de gelek xwepêşandar hatin binçavkirin.
Di dema xwepêşanan de hinek xwepêşandar dirûşma avêtin û xwestin ku Macron îstîfa bike. Di xwepêşanan de gelek kes birîndar bûn û her ku diçe hejmara kesên birîndar zêde dibe.
Li Fransayê 3 hezar polês sewqî cihê bûyeran hatin kirin.(ÎLKHA)