• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Zarokên 4-6 salî yên kursa Qur'anê bernameyaMewlûdê tertîp kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref zarokên ku temena 4-6 sal bûn û li qursa Qur'anê ya Miftîtîya Bajêra Bidlîsê perwerdehî didîtin bernameya Mewlûda Nebî tertîp kirin. Bernameya ku ji teref zarokên biçûk ve hat tertîpkirin kesên temeşavan ji xwe re heyran hişt.

Bername li Navenda Çandê ya Bidlîsê hat tertîpkirin. Bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina  Miftîyê Bajêra Bidlîsê M. Faysal  Geylanî berdewam kir.

Geylanî di axavtina xwe de ayeta "Ey kesên ku îman anîne! Xwe û malbata xwe ji wê agirê ku ardûya wê kevir û însan in muhafeze bikin. Li ser serê wê agirî melekên hişk û dijwar ên  ku fermanê Xwedê bi cî tînin û li hember fermanê Xwedê narabin hene." di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xwezî bi wan dê û bavên ku ewladên bi xêr mezin dikin. Xweda  zarokên me emirdirêj û amelên wan jî salih bike. Kesên ku emrê wan dirêj be û amelên wan ne salih bin; him li vê dinyayê û him jî li wê dinyaya din tu xêra wan tune ye. Ev yek emanetên  Xwedê ne bo me mezin, mela, miftî, mamoste, dê û bavan.   Divê em di nav fikara, gelo em dikarin van zarokan dikarin çawa bi şikleke herî xweşik û baş perwerde bikin de bin. Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ev hefte bo ummetê bibe wesîleya xêrê. Ez ji wan kesên ku keda wan di vî karî de heye re teşekur dikim."

Piştî axavtina Geylanî bername bi îlahî, ayet û hedîsên ku ji teref zarokan ve hatin xwendin berdewam kir û bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir