Li Iraqê lehî rabû: 7 kes jiyana xwe ji dest dan
Ji ber barana ku zêde barîya li Iraqê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li Iraqê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber baran ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de li parêzgeha Selahaddînê 5 kes, li Mîsanê kesek û li Basrayê jî kesek jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hatiye belavkirin li herêmên din jî ji ber lehîya ku rabûye xelk bi şikleke neyînî tesîrdar bûye.(ÎLKHA)