• DOLAR 34.447
  • EURO 36.303
  • ALTIN 2837.002
  • ...
Îşxalkerên ku qatilên zarokan in di 18 salên dawî de 2070 zarokên Filistînî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hareketa Parastina Zarokan a Fîlîstînê ya Cîhanê  di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir çeteyên îşxalker ên siyonîstan ji serê salê vir ve 98 zarokên Filistînî şehîd kirin.

Ji ber minasebeta Roja Zarokên Cîhanê ji teref Hareketa Parastina Zarokan a Fîlîstînê ve raporta ku hatiye amadekirin hat parvekirin. Di raporta ku hat parvekirin de cîh hat dayîn hejmara zarokên ku di êrîşên siyonîstên terorîst de hatine şehîdkirin. Li gor raporta ku hatiye amadekirin siyonîstên terorîst ên ku qatilên zarokan in di 10 mehên dawî de 52 û di 18 salên dawî de jî 2070 zarokên Filistînî şehîd kirin.

Di raportê de her wisa hat diyarkirin 908 zarokên Filistînî jî ji teref siyonîstên terorîst ve hatine desteserkirin û li mehkemeyên siyonîstan îşxalker tên darizandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir