• DOLAR 32.459
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2448.357
  • ...
Ji Evindarên Pêxember peyama Qandîla Mewlûdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku hat weşandin de ayeta 31emîn a Alî Îmranê "(Resûlê min)Bibêje: Ger hûn ji Xwedê hez dikin, tabi'ê min bibin da ku Xweda jî ji we hez bike û gunehên we efû bike. Xweda pir bexşende û mihrîban e." di bîran hat xistin û dû re wiha hat gotin:

Divê însanîyet vê yekê baş bizani be ku hêmane sereke ya ku li vê dinyayê ji însanan re hizûr û bextewarîya rastî  ji însanan re dibexşîne li doza Xwedê tabi'bûn e. Ji ber vê yekê Xwedê ji temamê qewman re pêxember şandiye û rêya rast nîşanî wan daye. Hz. Muhammedê ku pêxemberê dawî ye, xeleke dawî ya pêxebertîyê ye. Ew ê piştî wî pêxember neyên. Rêya rizgarîya însanetîyê ji bawerkirina Qur'ana Kerîm a ku jê re hatiye nazilkirin û ji tabi'bûna sinneta wî derbas dibe. Ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê peyamek weşand, di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin bîranîn, fêmkirin û jiyana sunneta Hz. Muhammed her tim li ser temamê Mislimanan wezîfeyek e.

Em wek Ummeta Îslamê û him jî wek erdnigarîya Îslamê ji pêvajoyeke hesas derbas dibin.  Qêrîna Misliman û kesên ku li çar alîyê dinyayê zilm li wan tê kirin asimanê dilerzîne û dilan diêşîne. Pêdivîya Mislimanan  û ummeta Îslamê bi naskirina Hz. Muhammedê ku rêberê exlaq û edaletê ye heye.Ew însanê ezîz divê her wext di rojevê de be. Ji bo bê naskirin û zanîn hewl bê dayîn. Rizgarî û izzeta Mislimanên cîhanê  ji xwe bi rêya Hz. Muhammed girtinê û ji tesîskirina biratîya Îslamê derbas dibe.

Em ê di 19ê Mijdarê de salvegera wîladeta mibarek a Hz. Muhammed Mustafayê ku rizgakarê însanîyetê  û rêberê me  yê ku wek rahmet hatiye şandin cîhanê pîroz bikin;  em ê wek civakê camî û salonan dagirin û şeva xwe bi zikr û selewatan derbas bikin înşallah. Bi vê wesîlê ji ber ku Rebbê me nesîbê me kiriye em cardin bigihijin qendîleke din a mewlûdê jê re hemd û sena dikin.

Ji  ber minasebeta salvegera wîladeta mibarek a Resûlê Ekremê ku rêberê me yê ezîz e, em Qandîla Mewlûdê ya temamê alema Îslamê tebbrîk dikin û em ji Xwedê niyaz dikin hewldanên ku bo îhya û înşakirina însanîyetê tên dayîn bigihijin hedefên xwe. Em ji temamê Mislimanan tewsîye dikin ku bo hurmeta vê roja mibareke gelek zêde dia bikin û ji Xwedê re gelek zêde şikir bikin ku Xweda wan kiriye ji ummeta Pêxember.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir