• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Meşal: Berxwedana çekdar dê bi temamê şêwazên xwe berdewam bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xalid Meşalê ji serokên berê yên Hamasê, malbata Nureddîn Berekeyê Fermandarê Tuxayên Qassamê yê ku yekşema borî digel hevalên xwe di pevçûna ku bi siyonîstan re derket de şehîd bû gerîya û ji wan re sersaxî xwest. Meşal di axavtina xwe ya ku bi malbatê re kir de destnîşan kir ew Bereke û hevalên wî yên ku digel hev şehîd bûne taqdîr dike.

Meşal di berdewama axavtina xwe de diyar kir berxwedana çekdar dê bi temamê şêwazên xwe berdewam bike.Meşalê ku bo şehîdan ji Xwedê rehmet teleb kir diyar kir ew ji Xweda niyaz dike ku şehîd ji teref Xwedê ve di cinnetên Fîrdews de bên bicîkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir