• DOLAR 32.492
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2440.011
  • ...
Yavuz: Hinek kes dixwazin rêya darbê ji nû ve vekin, em di vî warî de hişyarîyê dikin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê beşdarî bernameya "Rehber Gündem" a ku di Rehber TVyê de hat weşandin bû  destnîşan kir di bergeha nîqaşên mîna Kurtperestî, Tirkperestî, laîk, şerîat û yên mîna van de hêzên kurewî dixwaz in ji ser van cûdahîyan pevçûn û şeran derînin.

Yavuz di bernamê de diyar kir hêzên kurewî  ji bo li ser erdnigarîya Îslamê bigihijin armanc û hedefên xwe li pey hinek projeyan de ne û hewl didin ji ser cûdahîyên li erdnigarîya me şereke întîqamê ya bêdawî bidin destpêkirin ku ji bo vê yekê plan û siyasetê dikin.

Yavuz di bernamê de her wisa derbarê Emîne Şahîna ku hat girtin de jî nirxandinan kir û diyar kir, ew kesên ku bo provakasyonê hazirîyê dikin û pêvajoyê dane destpêkirin ew kesên ku Emîne Şahîn girtine bi xwe ne. Yavuz her wisa diyar kir M. Kemal çawa ku xwedî şexsîyeteke leşkerî be bi heman awayî serokê giştî yê partîyekê ye ku ji ber vê yekê dikare bê rexnekirin.

Yavuzê ku derbarê aborîyê de jî nirxandinan kir diyar kir îqtîsad baş nayê îdarekirin, rojane hisab tên kirin ku divê terka îqtîsada îsrafê bê terkkirin û dest bi îqtîsada hilberînê bê kirin.

 "Hinek kes ev 5-6 meh in ku şert û mercên darbê li vî welatî amade dikin"

Yavuz di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hêzên tarî bo armancên xwe yên qirêj ji bo darbê amadehîyan dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em dibînin ku piştî 15ê Tîrmehê ew kadroyên ku ji FETO vala bûn ji teref neteweperst û ew kesên ku ji xwe re kirine adet ji ser qewm cûdakarîyê bikin ve tên dagirtin. Hikûmet digel van kesan tev digere. Ev yek bo menfeatê tê kirin an jî bo tiştekî din tê kirin em vê yekê nizanin. Em dibêjin hinek kes ev 5-6 meh in ku şert û mercên darbê li vî welatî amade dikin. Hinek kes amadehîya darbê dikin. Ev yek dixwaze bila bo menfeatê bê kirin dixwaz bi bidestxistîyên polîtîk bên kirin ferq nake, divê terka vê yekê bê kirin.  Digel ku di meseleya Emîne Şahîd de tiştekî ku ji bo girtine bibe sedem tunebe jî hat girtin ku di vê girtinê de ji bînî heta serî hemû kesên ku eleqeya wan bi vê yekê hene mesûl in. Dema ku li zîhnîyeta wan kesên ku di cihên ku ji FETO vala bûne de bi cî bûne bê mêzekirin, em dikarin bibêjin ku tehlûkeyeke mezin dike rû bide. Hikûmet û Birêz Serokomar mecbûr in ku tedbîrê bistînin. Ger ev yek neyê kirin û tedbîr neyên standin wê wextê dibe ku destketîyên  ku di qada hiqûqê de hatine qezenckirin ji holê bên rakirin."

 "Kesên ku ji provakasyonê re zemînê amade dikin ew  kes in ku pêvajoya girtina Emîne Şahîn dane destpêkirin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir M. Kemal çawa ku xwedî şexsîyeteke leşkerî be bi heman awayî serokê giştî yê partîyekê ye ku ji ber vê yekê dikare bê rexnekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez vê yekê bi şikleke mutleq dibêjim, Hassasîyeteke ku divê HUDA PAR nîşan bide heye. Em ji pîrozîyên şexsan re heqaret nakin. Lewra ger me ji îlahên wan re, pîrozîyên wan  heqaretan bikin dibe ku ew jî heqaretî yên me bikin.  Însan divê karibin bêyî ku serî li şiddetê bidin fikrên xwe îfade bikin. Însan divê weke ku di mînaka Emîne Şahîn de tê dîtin bi zextan neyên girtin.  Heyeta me ya Serokatîya  Bajêra Stenbolê bi Emîne Xanim re hevdîtin kiribû û me jî derfet bi dest xist ku derbarê mijarê de bi heyeta xwe re xeber bidin. Me tiştên ku Emîne Xanim bi xwe gotine ji çend cihan da teyîdkirin. Emîne Xanim dibêje însan ne li ber bankamatîkekê weke ku însanan tahrîk bikin; encax 'di nimêjê de dikare bi vî awayî li qiyamê bisekine.' Polêsek bi vê gotinê dibihîse û ji milê wê digire û bi vî awayî pêvajoya girtinê dide destpêkirin. Di vê gotinê de ji pîrozîyên hinek kesan re heqaretkirin tune ye, tahrîkkirina însanan tune ye. Kesên ku ji provakasyonê re zemînê amade dikin ew  kes in ku pêvajoya girtina Emîne Şahîn dane destpêkirin. Ez dixwazim bi taybet vê yekê bibêjim: Biya me li ser M. Kemal kirina nîqaşan ne rast e. Divê hêla wî ya leşkerî ji teref pîsporan ve bê nîqaşkirin. Encax M. Kemal serokê giştî yê CHPê ye. Elbet kesekî ku serokê partîyeke sîyasî be dikare bê rexnekirin."

 "Rexneyeke ku tê de şiddet tunebe nabe sedema girtinê, lê sedemeke girtina ku hatiye kirin jî hikûmet e"

Yavuz di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew helwesta siyasî ya ku hikûmetê tercîh kiriye û tifaqa ku hatiye kirin ji vê girtinê re zemîn amade kiriye û dû re axavtina xwe wisa domand: " Ev yek sûcê hikûmetê ye.  Berî vê 5-6 mehan, berî vê salekê lêpirsînên bi vî awayî nikaribûn bên kirin. Ew helwesta siyasî ya ku hikûmetê tercîh kiriye û tifaqa ku hatiye kirin ji vê girtinê re zemîn amade kiriye. Hikûmet bi îcraatên ku di van pêlên dawî de dike dixwaze welat bibe heyama salên berî 2002yan.  Em hewl didin vê nakokîyê fam bikin.  Dixwaze bila menfeata siyasî be û dixwaze bila bo menfeatê be ferq nake. Ew wezîra ku ji pîrek û malbatan mesûl e, ji kesên ku bênîqah dijîn re telefon vekir ku ev yek dirûva meşrûîyetê dide wê yekê.  Wezîreke  ku bi raya xelkê ku bawer kiriye ligelhevbûna bênîqah nabe, bûye wezîr divê bê yekê neke. Heman Birêz Wezîrger Emîne Xanim negere û jê re nebêje derbasî be, wê wextê divê em li ser vê meselê bisekinin û bifikirin. Heta niha tu rayedarekî/e hikûmetê derbarê vê mijarê de daxuyanîyek neda ku ev yek netîceya vê tabloyeyê ye."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir