Li Êlihê qezaya trafîkê: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
Di qezaya trafîkê ya ku li Êlihê pêk hat de 2 jê giran tevde 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li nêzî gundê Êdewaya Gercewsa Êlihê wesayîtek gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Qeza berî bê rojekê li ser Rêbeja Êlih-Gercewsê li nêzî gundê Êdewa pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesaîyata bi plaqeya 33 BFV 47 a ku ajokarê wê Zekî Gunduz bû dema ku ji Gercewsê diçû Êlihê li nêzî Edewa ji ber ku şofên hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.
Di encama qezaya ku pêk hat de Zekî Gunduz, Emîne Gunduz, Beyaznur Gunduz, Yusuf Kaplan û Bedrîte Kaplan birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.
Hat hînbûn rewşa 2 kesên birîndar giran e. Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)