• DOLAR 32.471
  • EURO 34.711
  • ALTIN 2435.964
  • ...
"Hukimranîya îqtîsadî ya Amerîka ger bişike, hêza leşkerî nikare wî li ser pîyan bigire"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku derbarê mueyîdeyên ku ji teref Amerîka ve li hember Îranê hat destpêkirin de nirxandinan kir, destnîşan kir Amerîka dixwaze li Îranê  rejîmekê biguherîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Hukimranîya îqtîsadî ya Amerîka ger bişike, hêza leşkerî nikare wî li ser pîyan bigire."

 "Amerîka ji hevpeymana ku di sala 2015an de îmze kiribû bi şikleke yekalî vekîşîya ku ev yek cardin nîşan dan ku divê bawerî bi soza Amerîka neyê anîn"

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Amerîka ji hevpeymana ku di sala 2015an de îmze kiribû bi şikleke yekalî vekîşîya ku ev yek cardin nîşan dan ku divê bawerî bi soza Amerîka neyê anîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Vekişîna Amerîka ji hevpeymana bi navê 'Plana Çalakîya Muşteref a Berfireh' û tetbîqkirina mueyîdeyên navneteweyî ya yekalî binpêkirina teamul û hiqûqa navneteweyî ye.Di ya rastîyê de di serî de Amerîka û hinek dewletên bi hêz di pergala navneteweyî de hewl didin temayula 'dewleta bi hêz ji bo berjewendîyên xwe dikare hiqûqê binpê bike' pêk bînin. Îran hêj temamê wan mesûlîyetên ku ji teref van 7 dewletan ve hatibûn diyarkirin bi cî tîne. Ew welatên ku terefên vê hevpeymanê ne û sazîyên navneteweyî jî bê yekê teyîd dikin. Digel temamê van tiştan Amerîka ji bo mueyyîde neyên sepandin û peymana nukleer berdewam bike 12 şert dan pêş û ji peymanê vekişîya. Ev qerar û sepan nasnekirina Amerîka ya hiqûqê û ji bo menfeatan zirardayînê hemû kesî ya Amerîka nîşan dide. Her wisa  Amerîka ji hevpeymana ku di sala 2015an de îmze kiribû bi şikleke yekalî vekîşîya ku ev yek cardin nîşan dan ku divê bawerî bi soza Amerîka neyê anîn

Yapicioglu di  berdewama daxuyanîya xwe de pirsa "Gelo ev 12 şertên ku ji teref Amerîka ve hatine diyarkirin qebûlkirina wan mimkûn e?" wiha bersivand:  "Ji Îranê tê xwestin ku polîtîkayên parastin û enerjîyê jî di nav de siyaseta hundir û derve dev bên teslîmkirin ji Amerîka re. Qebûlkirina van şert û mercan tê wateya bindestîya Îranê û xweserîyê terkkirinê."

"Amerîka bi darbeya îqtîsadî dixwaze li Îranê guherîneke rejîmê bike"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Amerîka bi van 12 şert û mercan çend tiştan ji xwe re kiriye hedef û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çend hedef û armancên Amerîka hene. Di serî de bi darbeya îqtîsadî dixwaze li Îranê guherîneke rejîmê bike. Ger ev yek nebe jî Amerîka dixwaze bi we plana teslîmstandinê û zeîfkirinê Îranê bixe haleke wisa ku rejîma siyonîst li herêmê di ewlehîyê de be. Ji bilî van tiştan Amerîka bi vê gava ku li hember Îranê dixwaze bavêje dixwaze gefê li wan welat û yekîneyên ku jê re reqîb in bixe û çavên wan bitirsînin da ku hukimranîya xwe ya fînansal û bazirganî qewî bike."

"Ew qerara ambargoyê ya ku Amerîkayê standiye weke dorpêşa behrê ya ku li Xazzê tê sepandin xeyrî meşrû ye"

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê tu welatên xweser wan mueyîdeyên ku pê Îran tê hedegirtin qebûl nekir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Divê ev yek neyê jibîrkirin  ev muafîyet demkî û bi şert in. Ji wan welatên ku ji mueyyîdeyan hatine muafkirin tê xwestin ku di nava 6 mehan de îthalata neftê ya ji Îranê bi dawî bikin. Wezîrê Enerjîyê Birêz Sonmez derbarê muafîyetê de diyar kir "Ez dixwazim ji ber vê daxuyanîyê  memnunîyetê xwe bînin ziman.' Û ev yek wek lutf û mizgînekê hat derxistin pêş ku ev yek xelet e. Di vê xeletîyê de israrkirin dê bibe tezahirê bingeha ruhekî teslîmker. Ew qerara ambargoyê ya ku Amerîkayê standiye weke dorpêşa behrê ya ku li Xazzê tê sepandin xeyrî meşrû ye. Her wisa ev qerara Amerîka li dijî hiqûq û exlaqa navneteweyîyê ye. Divê ev qerar û sepandina wê ji teref tu dewleteke xweser ve neyê qebûlkirin. Amerîka û di şexsê wî de emperyalîzm cenewarekî ku her çi qas dixwe û mezin dibe û qet têr nabe ye. Ew kesên ku ji vê bêhiqûqîyê re razî dibin divê bitirsin ku sibe dê dor bê wan jî."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir