• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Nûçegihanê ku xeberê dişopand bi şikleke bêhiqûqî hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo tesîsa SUTAŞê li nêzî gundên Çeltîksuya Bîngolê  xebatên kolanê tê kirin. Ji ber ku çêrgeha gundîyan bi vê xebatê tê sînorkirin ehlê gund ji xebatên avakirina tesîsa SUTAŞê re bertek nîşan dan. Nîhat Kanatê nûçegihanê ÎLKHAyê dema ku li xebatên kolanê ya tesîsên Sutaşê ya ku li nêzî gundê Çeltîksuya Bîngolê tê kirin û bûn sedema bertekan gundîyan dişopand bi şikleke bêhiqûqî hat binçavkirin û dest hat danîn li ser cîhazên wî û dîmenên di cîhazan de.

Berî niha gundîyên gundika Kuçuktepeya girêdayê Çeltîksuya Bîngolê ji ber vê tesîsa ku tê çêkirin mexdûrîyeta xwe anî bûn zimên û gotibûn ku nêzî 5 hezar heywanên wan heye û bi çêkirina vê tesîsê dê ji heywanên wan re qada çêrgehê nemîne.  Gundîyan vê mexdûrîyeta xwe berî niha anîbûn zimên û daxwaza çareserîyê kiribûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin SUTAŞ vê şeveqê  li derdora tesîsê xebatên kolanê da destpêkirin. Bo ewlehîya tesîsê cendirme hatin sewqkirin cihê tesîsê. Gundîyan ji bo bertekên xwe nîşan bidin li derdora tesîsê civîyan.

Nîhat Kanatê nûçegihanê ÎLKHAyê ji bo berteka gundîyan qeyd bike  û xebera bûyerê amade bike çû cihê bûyerê. Kanatê ku dema çû cihê herêmê ji teref cendirmeyan ve hat astengkirin û jê re hat gotin "Li vê derê qeydkirin qedexe ye" û dû re hat binçavkirin  û di ser de dest danîn li ser cîhazên wî.

Hat hînbûn ji bo îfadeya Kanatî bê girtin hat birin qereqolê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir