Artêşa Nîjeryayê êrîşî bernameya erbaînê kir: Herî kêm 30 kes hatin qetilkirin
Artêşa Nîjeryayê li Abujaya paytexta Nîjeryayê êrîşî girseya ku bo bernameya erbaînê kom bûbûn kir, di êrîşa ku hat kirin de herî kêm 30 Misliman hatin qetilkirin.
Li Abujaya paytexta Nîjeryayê ji bo Hz. Huseyîn bê bîranîn bername hat lidarxistin. Artêşa Nîjeryayê bi çekan êrîş bir li ser kesên ku beşdarî bernamê bûn. Li gor agahîyên ewil di encama êrîşa artêşa Nîjeryayê de herî kêm 30 Misliman hatin qetilkirin.
Berdevkê Harekata Îslamî yê Nîjeryayê Îbrahîm Musa derbarê mijarê de diyar kir artêşa êrîşî wan kesên ku beşdarî bernameya erbaînê ya ku berî vê rojekê li Abujaya paytexta Nîjeryayê hat tertîpkirin kirin û di êrîşê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku ji teref çavkanîyên mehelî ve hatine belavkirin hejmara kesên ku di êrîşa artêşê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 30 kesan ku 10 ji van endamên Harekata Îslamî yê Nîjeryayê ne.
Artêşa qetlîamên mîna vê berî niha jî kiribû.(ÎLKHA)