• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Siyonîstan êrîşî 80 cih û wargehên li Xazzê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref çeteya terorê ya siyonîst ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi balafirên şer û helîkopteran êrîşî 80 hedefên aîdî Hamasê hatiye kirin.

Ji teref çavkanîyên tenduristîyê yên Filistînê ve hat diyarkirin heta agahîya mirî û birîndaran ji wan re nehatiye raporkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref el-Kudra derbarê mijarê de bang li sazîyên navneteweyî kir da ku ji ber êrîşên siyonîstan sazîyên tenduristîyê û xebatkarên wan bên parastin.

Harekata Cîhada Îslamî jî derbarê mijarê de diyar kir ew ê li hember qetlkirina siwîlan a ji teref siyonîstan ve re bêdeng nemînin.

Di êrîşa ku doh li Xazzê hatibû kirin de 5 Filistînî şehîd bûbûn û 180 Filistînî jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir