Lûtkeya çar alî ya Sûrîyê îro dê li Stenbolê bê tertîpkirin
Lûtkeya çar alî ya Sûrîyê ya ku Tirkîye jê re mazûvantîyê dike îro dê bi beşdarbûna Almanya, Fransa û Rûsyayê li Stenbolê dest pê bike.
Hat ragihandin lûtkeya çar alî ya Sûrîyê ya ku Tirkîye jê re mazûvantîyê dike, îro dê bi beşdarbûna Almanya, Fransa û Rûsyayê li Stenbolê dest pê bike. Tê diyarkirin dê di 14.00an de dest pê bike.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Putîn û her wisa Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura beşdarî lûtkeya çar alî ya ku dê li Stenbolê bê tettîpkirin, bibin.
Di lûtkeya ku dê bê tertîpkirin de qewîkirina agirbesta li Îdlîbê û çareserîya siyasî ya qeyrana li Sûrîyê bê gotûbêjkirin.(ÎLKHA