Li Urdunê lehî: 18 mirî û 36 birîndar
Li Urdunê ji ber lehîya ku rabû 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ji ber barana zêde ya ku barîya li Urdunê lehî rabû. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Deşta Urdunê otobuseke ku xwendekaran be bi lehîyê re çû. Di encama bûyerê de 10 xwendekar jiyana xwe ji dest dan. Her wisa hat diyarkirin li tevahîya welêt ji ber ji ber lehîyê 8 kesên di jî jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Serokomarê Urdunê Omer el-Razaz derbarê mijarê de diyar kir ew bo operasyonên rizgarkirinê li cihê wê bişopîne çû cihê bûyerê û banga rewşa bi lez kir.(ÎLKHA)