Êrîşa çekdarî li 3 birayan hat kirin: Birayek mir û 2 jî birîndar bûn
Li Bazîda Agirî êrîşî çekdarî li 3 birayan hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de ji 3 birayan yek mir û 2 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Bazîda Agirî êrîşî çekdarî li 3 birayan hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de ji 3 birayan yek mir û 2 jî birîndar bûn.
Bûyer îro di derdora wextên nîvro de li ser Pira Înzîbatê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin çend kesên ku nasnameya wan nehat hînbûn bi çekan êrîşî 3 birayên bi navê Abdulhadî, Mustafa û Abdulmecîd Nakkuş kirin.
Di encama êrîşa ku hat kirin de Abdulhadî Nakkuş li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest da û her birayên din jî birîndar bûn.
Her 2 birayên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)