Amerîka xortên ku bi wan leşkerîyê bide kirin nikare peyde bike
Wezareta Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir li Amerîka belavbûna qelewbûnê ji artêşa Amerîkayê re zehmetîyê derdixe holê.
Li Amerîka qelewbûna ku her ku diçe zêdetir dibe dibe sedema probleman. Konseya bi navê "Council For a Strong America" ya ku ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re şewirmendî dike, di raporta ku amade kir de destnîşan kir ji sê paran parekî xorta "ew qas qelew in ku nikarin leşkerîyê bikin."
Konseya ku ji leşkerên bi rutbe ji yên artêşa Amerîka pêk tê destnîşan kir problema qelewbûnê li Amerîkayê li ber dankirina leşkerîyê ya ji xortan re asteng e ku ev yek jî hêz artêşa ya şerkirinê zeîf dike.(ÎLKHA)