• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
 "Sîlsîleyeke zilmê ya ku di salên 90î de dest pê kiriye heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnameger Kemal Gumuş derbarê zilm û neheqîyên ku ji teref FETO ve li xelkê Misliman hatine kirin de de nirxdandinan kir û wiha got: "Ew birînên ku ji teref FETO ve di dîrok û dahatûya Tirkîyê de hatine vekirin hêj nehatine girtin. Ev rêxistin bes bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê vî milletî birîndar nekir. A rastî em bûn şahid ku FETO berî niha di warê hiqûq, îstîxbarat û leşkerî de gelek tahîrbatan kir. Sîlsîleyeke zilmê ya ku di salên 90î de dest pê kiriye heye."

Înîsîyatîfa Malbatên Daraza Mexdûrên FETO koma Medyaya Tirkan ziyaret kir. Malbatên mexdûran di dema hevdîtinê de qala wan meseleyên nebaş û eceb ên ku hatine serê wan ji Rojnamger Kemal Gumuş û Nivîskar Halîme Gokçe re kirin. Rayedarên sazîyê soza destekdayînê  dan malbatên mexdûran.

Rojnameger  Kemal Gumuş ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wisa nirxandinan kir: "Ew birînên ku ji teref FETO ve di dîrok û dahatûya Tirkîyê de hatine vekirin hêj nehatine girtin. Ev rêxistin bes bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê vî milletî birîndar nekir. A rastî em bûn şahid ku FETO berî niha di warê hiqûq, îstîxbarat û leşkerî de gelek tahîrbatan kir. Sîlsîleyeke zilmê ya ku di salên 90î de dest pê kiriye heye. Exlebeyê wan darizandin û girtinan ên ku wê demê bi destê dewletê hatin kirin di netîveya kumpas û komployan de hatin nkirin. Ev pêvajoya ku berîya heyama 28ê Sibatê dest pê kir, digel 28ê Sibatê gihaşt lûtkeyê. Lewra FETO wan kesên ku ji xwe re muxalif didît an jî komeke ku ji bo wî li ber cihekî ku dixwast îşxal bike  asteng bû bi kumpasan tasfîye kir."

Gumuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku MHPê pêşnûmaya efûyê anî rojevê de cardin ew mexdûrîyet hatin axavtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê em ziyaret kirin.  Me berî niha vê yekê anîbû zimên. Biya min divê niha cardin deng bê dayîn ji vî dengî re. Înşallah em ê pêkve desteka pêwîst bidin bo wan kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne."

Sabahattîn Ugarê ji rayedarên Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê jî derbarê ziyareta ku ew kirin de wiha axivî: "Li vê derê ji bo ku em karibin bibin dengê wan birayên xwe yên ku ev nêzî 30 salan di girtîgehan de tên girtin, me koma Medyaya Tirkan ziyaret kir û me bi rayedaran re hevdîtin kir. Ew bi me re eleqedar bûn û ji me re gotin ku ew ê ji me re bidin destek. Em ji Kemal Gumuş û Halîme Kokçe pir teşekur dikin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir